Serok Barzanî: Heta eger dozên gelan di qonaxekê de raweste jî, ew qet bidawî nabin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 13ê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Filistînê li Hewlêrê, Balyoz Mahir El-Kerekî kir.
Barageha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Filistînê ligel amajedana bi têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Filistînê de, silavên Serokê Filistînê Mehmûd Ebas û serkirdayetî û gelê Filistînê gihandin Serok Barzanî. Herwiha, Balyoz El-Kerekî tekezî li ser girîngiya berdewamî û pêşxistina têkilî û dostaniya di navbera herdu aliyan de kir.
Diyar kir jî, di hevdîtinê de Serok Barzanî ronî xist ser têkiliyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Filistînê de, di qonaxên cuda yên têkoşîna rewa ya gelê Filistînê de, ji serdema Serok Yasir Erefat heta Serok Mehmûd Ebas û tekez kir: “Dozên gelan eger di hin qonaxan de rastî şikestin an rawestanê jî werin, lê belê ti carî bi dawî nabin.”
Herwiha Serok Barzanî hêvî xwest ku dawî li wan karesat û nexweşiyên ku bi serê gelê Filistînê de hatine were û doza rewa ya gelê Filistînê bi aştî û çareseriyeke rewa û hertimî bigihêje encamê.