Li Tirkiyeyê nirxê benzîn careke din zêde dibe

Diyabekir (K24) – Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, ji ber guhertinên di bazarên cîhanî de û bilindbûna nirxê petrola Brent, bihayê benzînê careke din zêde dibe. Tê payîn ku ji îşev piştî nîvê şevê lîtreya benzînê lîreyek û 50 quriş zêde bibe.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, guhertinên li bazarên cîhanî û bilindbûna bihayên petrola Brent piştî danûstandinên di navbera Amerîka û Çînê de, rasterast bandor li ser bihayên sotemeniyê li Tirkiyeyê jî kiriye.

Herwiha tê gotin ku di rojên pêş de bihayê mazotê jî dê lîreyek û 30 quriş bê zêdekirin. Bi vê zêdebûna dawî re, tê çaverêkirin ku bihayê lîtreyek benzînê li bajarên wek Diyarbekirê ji 48 lîreyên Tirkî derbas bibe. 

Ev zêdebûnên dubare yên di bihayê sotemeniyê de, barê ser milê welatiyan girantir dike.

Hikûmeta Tirkiyeyê bacên pir giran li ser sotemeniyê disepîne, wek Baca Serfkariya Taybet (ÖTV) û Baca Nirxê Zêdekirî (KDV). Ev bac beşeke mezin ji bihayê firotinê yê sotemeniyê pêk tînin. Ji ber vê yekê, heta ku nirxê petrola xam li cîhanê dakeve jî, ji ber van bacan bihayê sotemeniyê li Tirkiyeyê bilind dimîne.