Yekem Zanîngeha Kurdî li Almanyayê tê vekirin
Berlîn (K24) – Ji bo cara yekem, zanîngeheke Kurdî li bajarê Dresden ê Almanyayê tê damezrandin û tê plankirin ku xwendin tê de bi zimanê Kurdî be. Ev pêngaveke girîng ji bo civaka Kurd li diyasporayê û ji bo pêşxistina ziman û çanda Kurdî tê dîtin.
Serpereştyarê Zanîngeha Kurdî-Almanî ya Navdewletî Dr. Yûnis Behram ji peyamnêrê K24 li Berlînê re ragihand: "Zanîngeh dê mîna hemû zanîngehên din ên vî welatî, zanîngeheke Kurdî-Almanî be û ji aliyê dewletê ve hatiye nasîn. Di dawiya sala bê (2026) de dê bi awayekî fermî bê vekirin û xwendina bi Kurdî tê de dest pê bike."
Ev zanîngeh dê bibe yekem zanîngeha Kurdî li Almanyayê û tê çaverêkirin ku xwendekarên Kurd, Alman û biyanî beşên Kurdolojî, Wêje û Endezyariyê bi zimanên Kurdî, Îngilîzî û Almanî bixwînin. Hat diyarkirin ku zanîngeh dê sûdê ji ezmûna zanîngehên Herêma Kurdistanê jî werbigire.
Dr. Yûnis Behram derbarê têkiliyên wan bi zanîngehên Herêma Kurdistanê re got: "Xwendin li zanîngehê dê bi herdu zaravayên Kurmancî û Soranî be. Têkiliya me bi hejmarek zanîngehên Herêma Kurdistanê re heye, bi taybetî Zanîngeha Kurdistanê li Hewlêrê û Zanîngeha Newrozê li Dihokê. Em dixwazin di pêşerojê de van têkiliyan xurtir bikin."
Civaka Kurd li Almanyayê, li gel rêxistin û çalakiyên xwe yên çandî, pêwîstiya wan bi projeyên zanistî û akademîk jî heye. Damezrandina vê zanîngehê li bajarê Dresdenê wek destpêkek stratejîk û girîng tê nirxandin.
Nivîskarê Kurd Ebdulxenî Kako ku li Almanyayê dijî, derbarê vekirina zanîngehê ji peyamnêrê K24 re got: "Vekirina zanîngeheke Kurdî li Almanyayê gelek girîng e û derfeteke gelek baş e ji bo wan Kurdên ku li vir an li welatên din ên Ewropayê ji dayik bûne, da ku bi rêya zanîngehê bi çand û kevneşopiyên Kurdî re aşina bibin."
Di van dehsalên dawî de, li ser asta kesane, sazûmanî û rêxistinî, gelek hewlên girîng ji bo xizmetkirina nasname û zimanê Kurdî li diyasporayê hatine tomarkirin. Damezrandina zanîngeheke Kurdî li Almanyayê jî, hewleke din a zanistî û akademîk e ji bo pêşxistin û parastina zimanê Kurdî li Almanya û Ewropayê.