Berdevkê Hikûmetê: Mesrûr Barzanî serdana Amerîkayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê di rojên pêş de serdana Amerîkayê bike û li wir hejmarek hevdîtinên girîng pêk bîne.
Pêşewa Hewramanî îro 14ê Gulanê di konferanseke rojnamevanî de behsa çend mijarên wekî projeya Ronakî, mûçeyên fermanberan, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê û serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ji bo Amerîkayê kir.
Hewramanî di beşek ji axaftina xwe de bal kişand ser têkiliyên di navbera Hewlêr û Waşingtonê de û got: "Di çend rojên bê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê serdana Amerîkayê bike."
Li gorî Hewramanî, di vê serdanê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê hejmarek civîn û hevdîtinên girîng bi berpirsên Amerîkî re pêk bîne û piştre dê hûrgiliyên serdanê bên ragihandin.
Ev serdan di demekê de tê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja 11ê Nîsanê bi telefonê axivîbûn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de dabû zanîn, "Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê li ser pêwîstî û girîngiya ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hevnêrîn bûn.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha eşkere kiribû, Wezîrê Derve yê Amerîkayê spasî û pêzanîna welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê anî ziman, ji ber ku bûye penageheke aram ji bo parastina hemû pêkhateyên neteweyî û olî û roleke girîng di parastina aramî û ewlehiya navçeyê de lîstiye.
Serdana dawî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Amerîkayê, di roja 26ê Sibata 2024an de bû. Di wê serdanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Wezîrê berê yê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re civiyabû.
Di wê hevdîtinê de Blinken ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re gotibû: "Amerîka xwedî hevpariyeke demdirêj e ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevpariya me li ser bingeha nirxên hevbeş, berjewendîyên hevbeş û dîroka hevbeş a qurbanîdanê hatiye avakirin. Ev tiştek e ku Amerîka bi ciddî lê dinêre û ji bo min bi xwe jî wek tiştekî mezin tê dîtin."