Mesrûr Barzani bo Yekîtîyên Qutabiyan û Ciwanan: Li ser pêşxistina hizra welatparêziyê berdewam bin

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro (Çarşem, 14ê Gulana 2025ê) bi sekreterî û berpirsên şax û navendên Yekîtiya Qutabiyan û Yakîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê re civiya.

Di destpêka wê civînê de, Endamê Mekteba Siyasî û Serokê Pişka Rêxistinên Cemawerî û Pîşeyî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Rêbwar Yelda kurtiyek li ser amadekariyên lidarxistina kongireya hevgirtina her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyan û Yakîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê pêşkêş kir, ku biryar e sibe (Pêncşem, 15.05.2025) bi amadebûn û çavdêriya Serok Barzanî bê lidarxistin.

Her di wê civînê de, Sekreterên Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawan Nêçîrvan Hisên û Meyser Nihêlî li ser kar, çalakî û têkoşîna rêxistinî û girîngiya hevgirtina her du rêxistinan axivîn.

Di çarçoveya wê hevdîtinê de, Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PKK) Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya rol û têkoşîna pirî serwerî ya wan her du rêxistinan, ku niha bi hevgirtina xwe ber bi qonaxeke nû û dîrokî ve diçin.

Cîgirê Serokê PDKê herwesa destxweşî li Mekteba Sekreteriyê û berpirsên şax û navendan û kadroyên herdu rêxistinan kir, ji bo erk û westiyan û xebat û karkirina wan pêxemetî xizmetkirina texa xwendekar û ciwanên Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî herwesa ew erkdar kirin ku bi awayekî bibandortir û çalaktir erkê xwe yê neteweyî bidomînin, pêxemetî zêdetir pêşxistina şiyanên xwe di hemî waran de û pêşxistina hizira neteweyî û dakokiya ji qewareya destûrî û destkeftiyên neteweyî.