Biro: Divê Kurd ji bo vê qonaxa nû amade bin û bi yekrêzî tevlî proseya siyasî li Şamê bibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ragihand, rakirina beşeke mezin ji sizayên navdewletî yên li ser Sûriyeyê, bi taybetî bi hewldanên Amerîka, Siûdiye û Tirkiyê, beşek e ji projeyeke mezin ku armanca wê ya sereke, nebûna Îranê li Sûriyeyê ye. Biro herwiha destnîşan kir ku ev rewşa nû derfeteke girîng e ji bo Kurdan ku mafên xwe di Sûriyeya paşerojê de misoger bikin.
Îbrahîm Biro îro 14ê Gulanê ji K24ê re da zanîn ku sizayên li ser Sûriyê, ku ji dema Hafez Esed û piştre Beşar Esed ve li ser dewlet, kompanya, kesayet û heta xelkê sivîl berdewam bûn, niha beşeke mezin jê "yekser" tên rakirin. Li gorî Biro, ev pêngav piştî axaftinên Serokê Amerîkayê Donald Trump û bi alîkariya Erebistana Siûdî û Tirkiyê pêk hatiye.
Biro eşkere kir, ev guhertin beşek ji “projeyeke” navdewletî û herêmî ye ku dixwaze Sûriyeyeke nû bê desthilata Îranê ava bike. Herwiha got, “Armanca sereke ya vê projeyê nebûna Îranê li Sûriyeyê ye. Ev yek ji bo berjewendiyên Amerîka, Ewropa û welatên herêmê gelekî girîng e."
Derbarê bandora vê rewşê li ser Rojavayê Kurdistanê û Kurdan bi giştî, Biro diyar kir, ev derfeteke zêrîn e û got: “Divê Kurd bi yek şandê biçun Şamê û karibin mafên xwe di destûreke nû ya Sûriyeyê de misoger bikin, wek rêveberiya xwecihî, zimanê Kurdî û mafên çandî. Lê mixabin, rêveberiya heyî û HSDê di dema borî de, daxwazên kêm ji bo Kurdan kirine û derfet ji dest dane.”
Endamê ENKSê herwiha tekez kir, “hebûna çekdarî ya PKKê li Rojavayê Kurdistanê û bandora wê astengiyeke mezin e li pêşiya bidestxistina mafên Kurdan. Divê ev çekên PKKê ji holê rabin, da ku Tirkiye Kurdan weke terorîst nebîne û mafên Kurdan li Şamê bêne parastin, ne tenê li Rojava.” Biro tekez kir jî, rêkeftina HSDê ligel Şamê di demeke şaş de hat kirin.
Derbarê hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê, Biro got, eger heye ku “Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne” eger Tirkiye û Erebistana Siûdî karibin rewşê birêve bibin û hikûmeta nû ya Sûriyê dûrî îdeolojiyên wek “Îslama radîkal yan Îxwan Muslimîn” be û serbixwe be.
Di dawiyê de, Îbrahîm Biro anî ziman ku divê Kurd ji bo vê qonaxa nû amade bin û bi yekrêzî û bi hêz tevlî proseya siyasî ya Sûriyeyê bibin, da ku mafên xwe yên rewa bidest bixin.