Mezlûm Ebdî: Em pêşwaziyê li hevdîtinan dikin û pabendî rêkeftina ligel Şamê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ragihand ku ew pêşwaziyê li hevdîtinên dawî yên derbarê Sûriyeyê de dikin û ew weke "derfeteke girîng" dibînin. Ebdî herwiha tekez kir ku ew hîn pabendî rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera wan û Şamê de ne.
Ebdî îro 15ê Gulanê di daxuyaniyekê de ji ajansa “North Press” re got: "Em pêşwaziyê li civînên ku vê dawiyê pêk hatine û yên ku biryar e îro li Tirkiyeyê bên lidarxistin dikin. Em wan weke derfeteke girîng dibînin ku rê li ber qonaxeke nû ya diyaloga avaker vedike, ji bo ku xizmeta vegerandina aramî û aştiyê ji Sûriyê re bike."
Biryar e Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, îro Pêncşemê li Antalyaya Tirkiyeyê, ligel Wezîrê Derve yê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es'ed Şeybanî bicive.
Fermandarê Giştî yê HSDê got: "Em bawer dikin ku hevkariyên herêmî û navdewletî bingeheke sereke ji bo misogerkirina paşerojeke aram û ewle ji bo hemû Sûriyan pêk tînin û em amadebûna xwe ji bo hevkariyê ligel hemû aliyan li ser vî esasî diyar dikin."
Derbarê biryara Serokê Amerîkayê ya bidawîkirina cezayên li ser Sûriyeyê de, Mezlûm Ebdî got: "Em pêşwaziyê li hewlên ji bo bidawîkirina cezayên li ser Sûriyê dikin, ji ber ku bandoreke wê ya rasterast di sivikkirina êş û azarên gelê Sûriyê de heye ku zêdetirî çardeh salan berdewam kir. Êdî dema wê hatiye ku rê li ber qonaxeke nû ya başbûna aborî, ji nû ve avakirin û geşepêdanê bê vekirin, ku tevahiya Sûriyeyê, bi taybetî bakur û rojhilatê wê, li xwe bigire."
Mezlûm Ebdî hewlên herêmî û navdewletî "yên ku beşdarî proseya rawestandina cezayên li ser Sûriyê bûne" jî bilind nirxand.
Li ser rêkeftina ligel Şamê, Ebdî got: "Em careke din pabendbûna xwe bi rêkeftina ku di 10ê Adarê de ligel Şamê hatiye îmzekirin, tekez dikin."