Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 17ê Gulana 2025an, piştî bidawîhatina serdana xwe ya Bexdayê, ji bo beşdarbûna li "Dîdara Tehranê" ji Bexdayê ber bi Tehranê, paytexta Komara Îslamî ya Îranê ve bi rê ket.

Li gorî daxuyaniyekê ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatiye belavkirin, serdana Nêçîrvan Barzanî bo Tehranê li ser vexwendineke fermî ye. Mebesta serdanê beşdarbûna li "Dîdara Tehranê ya ji bo Guftûgoyê" ye ku ji aliyê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ve tê organîzekirin û dê sibe Yekşemê birêve biçe.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê di vê dîdarê de, nîşana piştgiriya Herêma Kurdistanê ye ji bo hewldanên guftûgoyê û bihêzkirina hevkariya avaker di navbera welat û gelên navçeyê de, bi armanca pêkanîna ewlehî û aramiyê, temamkariya aborî û pêkvejiyana aştiyane.

Herwiha hatiye ragihandin, li gorî bernameya dîdarê, Nêçîrvan Barzanî dê di panelekê de nêrîna Herêma Kurdistanê ya derbarê paşeroja navçeyê de pêşkêş bike û tekezî li ser hevparî û hevkariya li ser bingeha rêzgirtina li hevdu û berjewendiyên hevbeş bike.

Di çarçoveya serdanê de, tê çaverêkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê bi serkirde û berpirsên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê re jî bicive û têkiliyên Îranê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, herwiha rewşa giştî ya navçeyê gotûbêj bike.