Nêçîrvan Barzanî û Pizişkiyan tekezî li ser parastina aramiya navçeyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 18ê Gulanê li Tehranê, bi Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizişkiyan re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di hevdîtinê de, her du aliyan kêfxweşiya xwe bi asta pêwendiyên di navbera xwe de anîne ziman û tekezî li ser daxwaza dualî ya ji bo pêşxistina zêdetir a hevkariya hevbeş, bi taybetî di warên bazirganî û aboriyê de, kirine.

Nêçîrvan Barzanî, wekî ku di daxuyaniyê de hatiye, "pabendiya Herêma Kurdistanê bi siyaseta cîrantiyeke baş a li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û rêzgirtina li hevdu tekez kir. Herwiha amaje bi hevbeşî û pêwendiyên dîrokî û kevnar ên Herêma Kurdistanê ligel Îranê kir."

Di heman hevdîtinê de, "her du aliyan dawîn pêşhatên li navçeyê nirxandin û li ser girîngiya parastina aramiyê û çareseriya aştiyane ya kêşeyan hevnêrîn bûn. Herwiha, çend mijarên din ên girîng ên hevbeş hatin gotûbêjkirin."

 
Fly Erbil Advertisment