Encûmena Nûnerên Îraqê dengdana li ser 120 projeqanûnên girîng bo gera bê hêla

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Encûmena Nûnerên Îraqê radigehîne, “120 projeqanûnên girîng mane ku li Encûmena Nûnerên Îraqê deng li ser bê dan û ji bo gera bê dimînin.”
Endamê Lijneya Qanûnî ya Encûmena Nûnerên Îraqê Mihemed Anûz di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Ti hêviyek ji bo çalakbûna Encûmena Nûnerên Îraqê di çend mehên pêş de tune ye, belkî ew projeqanûnên ku mane û dengdan li ser nehatiye kirin ji bo gera bê dimînin.”
Mihemed Anûz amaje jî da, “Nêzîkî 120 projeqanûnên girîng li Encûmena Nûnerên Îraqê mane ku dengdan li ser bê kirin, di vê gerê de nayên derbazkirin û ji bo gera bê hêlane.”
Wî Endamê Lijneya Qanûnî herwesa ragehand, “Encûmena Nûnerên Îraqê ji destpêka vê salê ve ji aliyê siyasî ve mirî ye, ew jî ji ber nakokî û cudahiyan.”
Beştir Serokê Rewangeha Karê Encûmena Nûnerên Îraqê Mezher Saîdî jî ragehandibû, “Di vê gera Encûmena Nûnerên Îraqê de, bi tevahî 200 endam di rûniştinên Encûmena Nûnerên Îraqê de amade nebûn, herwesa di vê gerê de tenê 10 projeqanûn ji aliyê Encûmena Nûnerên Îraqê ve hatine pêşkêşkirin.”
Saidî amaje jî daye, “Ji 32 civînên vî werzê Encûmena Nûnerên Îraqê, tenê 10 civîn hatine lidarxistin, herwesa serokatiya Encûmena Nûnerên Îraqê navên kesên amadebûyî û yên neamadebûyî neweşandine, ku ev yek jî binpêkirineke qanûnî ye.”
Ev di demekê de ye ku, Civata Wezîrên Îraqê roja 11ê Mijdara 2025ê wekî roja hilbijartinên Encûmena Nûnerên Îraqê destnîşan kiriye.