Serok Barzanî rola Medhet Bêxew di tevgera edebî û çandî ya Kurdî de bilind dinirxîne

Serok Barzanî û Medhet Bêxew
Serok Barzanî û Medhet Bêxew

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 19ê Gulana 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya helbestvanê mezin ê neteweyî yê Kurd Medhet Xidir Ebdila kir, ku wekî Medhet Bêxew tê naskirin.

Baregayê Barzanî di ragehandinekê de amaje daye, “Di wê civînê de, tevî pirsîna rewşa wî, Serok Barzanî rola Medhet Bêxew di tevgera edebî û rewşenbîrî ya Kurdî û dewlemendkirina edebiyata şoreşgerî, welatparêzî û Kurdîniyê de bilind nirxand.”

Serok Barzanî herwesa amaje da sirûda "Heta em bijîn em Pêşmerge ne", ku helbesta seydayê Medhet e û ji hêla hunermendê mezin ê gelê me Fuad Ehmed ve hatiye gotin, herwesa bi rêya çend sirûd û helbestên din ên neteweyî şûndestê Seydayê Medhet di pêşxistina canê neteweyî û evîna welatî di nav rêzên Pêşmergeyan û gelê Kurdistanê de diyar bû.

Baregayê Barzanî herwesa ragehandiye, “Serok Barzanî destxweşî li Medhet Bêxew kir, ku xizmeta warê helbest û sirûdên zarokên Kurdistanê kiriye û daxwaza saxî û jiyekî dirêj ji seydayî re kir.”