Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Omêd Xoşnaw diçe Sinayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo bihêzkirina tevger û rewşa bazirganî, geşkirina warê çandî û pêwendiyên aborî yên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê de, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw serdana bajarê Sînê yê Rojhilatê Kurdistanê dike.
Şandeke fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe 20ê Gulana 2025an, bi serokatiya Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û şanda pê re ku ji Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, Parêzgarê Dihokê Elî Teter, Parêzgara Helebcyê Nuxşe Nasih, Berpirsê Pêwendiyên di navbera Herêm û Îranê de, Serokên Odeyên Bazirganiyê yên her çar parêzgehên Herêmê û Berpirsê Komgeha Sînorî ya Navdewletî ya Hacî Omeran pêk tê, dê serdana bajarê Sînê yê Rojhilatê Kurdistanê bike.
Armanca serdanê, ku di çarçoveya sêyemîn civîna parêzgehên hevsînor de tê lidarxistin, bihêzkirina tevger û rewşa bazirganî, geşkirina warê çandî û pêwendiyên aborî yên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê de ye. Biryar e civîn di rojên 20 û 21ê Gulanê de li bajarê Sînê birêve biçin.
Di vê serdanê de, dê çendîn hevdîtin û civîn ligel parêzgarên Urmiye), Sine û Kirmaşanê bên lidarxistin. Herwiha, hevdîtinên din ên girîng di navbera berpirsên Herêmê û Komara Îslamî ya Îranê de dê bên encamdan.