Rêveberiya Xweser: Berhema genim a îsal li gor par kêm e

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser ragihand, ew pêşbînî dikin îsal berhema genim li herêmên wan derdora 150 hezar ton be. Ev rêje li gorî sala borî kêmbûneke berbiçav nîşan dide.
Hevserokê Rêveberiya Bazarkirinê ya di Komîteya Saylo û Aşxaneyan a Rêveberiya Xweser de Xesan Temo da zanîn, amadekariyên wan ji bo kirîna genimê cotkaran berdewam in.
Temo diyar kir, "Heta niha me 20 navend ji bo wergirtina genim li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirine, ku deh ji wan li herêma Cizîrê ne."
Herwiha diyar kir: "Em pêşbînî dikin ku îsal berhema genim derdora 150 hezar ton be. Ev yek li gorî sala borî kêmtir e, ku tenê li parêzgeha Hesekê berhema genim par gihîştibû 210 hezar ton."
Hêjayî gotinê ye ku sala borî, li seranserê herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, berhema giştî ya genim gihîştibû 766 hezar ton.
Derbarê wergirtina ceh ji cotkaran de jî, Xesan Temo eşkere kir ku heta niha ti biryarek di vî warî de nehatiye dayîn.