Nêçîrvan Barzanî li Tehranê: Em rê nadin xaka me bibe çavkaniya gefê li ser cîranan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di roja duyemîn a serdana xwe ya Tehranê de, di civîna xwe ya ligel Emîndarê Encûmena Bilind a Asayişa Neteweyî ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan de dubare kir, Herêma Kurdistanê rê nade xak û sînorên wê bibin çavkaniya gefê li ser asayişa welatên cîran.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 19ê Gulana 2025an ligel Emîndarê Encûmena Bilind a Asayişa Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêwendiyên Komara Îslamî ya Îranê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û derbarê hevahengî û hevkariya hevbeş, bi taybetî di warê parastina asayiş û seqamgiriyê de, nêrîn hatin alyşkirin.

Di beşeke din a civînê de, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku bi ti awayî rê nayê dayîn xak û sînorên wê bibin çavkaniya gefan li ser asayişa welatên cîran.

Pêşhatên dawî û rewşa Rojhilata Navîn û çend pirsên din ên girîng ên hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.