Amy Austin: Trump û Mesrûr Barzanî giringiyê didin veberhênan û geşbûna aborî

Navenda Nûçeyan (K24) – Profesoreke ji Zanîngeha George Washington diyar dike, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di demeke girîng de serdana Waşingtonê kiriye, bi taybetî piştî serdana Serokê Amerîkayê bo Rojhilata Navîn, ji ber ku her du alî jî bala xwe didin ser veberhênan, geşepêdana aborî û enerjiyê.
Lêkolîner û profesor li Zanîngeha George Washington Amy Austin îro 19ê Gulanê ji Kurdistan24ê re got, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî du serkirde ne ku bala xwe didin ser veberhênan, geşepêdana aborî û enerjiyê. Ji ber vê yekê, peymanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel kompaniyên Amerîkî dê ji bo her du aliyan gelek girîng bin.
Amy Austin herwiha got: "Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di demeke girîng de serdana Amerîkayê kir, bi taybetî ku ev serdan piştî serdana Donald Trump bo Rojhilata Navîn tê."
Derbarê armanca serdana şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê, Amy Austin da zanîn, di serdanê de giringî dê li ser veberhênana di warê enerjiya Herêma Kurdistanê de û danûstandinên bazirganî ligel Amerîkayê be.
Herwiha got: "Ez bawer dikim ku civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê dê li ser pirsa dîplomatîk ligel Iraq û Tirkiyeyê be. Herwiha, mijara pir-pêkhatîbûna olî û pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê dê mijareke din a sereke be, bi taybetî ku Rubio gelek girîngiyê dide vê mijarê."
Derbarê pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê de, Amy Austin behsa wê yekê kir: "Vekirina konsulxaneya herî mezin a Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, nîşana pêwendiyeke baş a Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ye. Di heman demê de, Herêma Kurdistanê dê bibe beşek ji wan guhertinên ku li navçeyê û bi taybetî li Sûriyeyê rû dane."