Rêber Ehmed: Rêkeftinên li Amerîkayê belge ne ku Kurdistanê cihê baweriya dostên xwe ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed got, serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Washingtonê, belgeya e ku kompanyayên mezin û dostên wan baweriya xwe bi Kurdistanê tînin. Herwiha got, ji bo bêçekkirina PKKê ti gavên pratîkî nehatine avêtin.

Bi beşdariya Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û hejmarek wezîr û berpirsên din ên hikûmetê, îro 20 Gulanê 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Avahîsazî û Wizeyê li Hewlêrê hat vekirin. Piştî vekirina pêşangehê, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed di daxuyaniyeke rojnamevanî de behsa gelek mijarên girîng kir, di nav de serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Waşingtonê, prosesa nû ya aştiyê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê piştî Kongreya 12emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), û peywendiyên Hewlêr û Tehranê.

Wezîrê Navxwe teqez kir ku serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Waşingtonê belgeya wê yekê ye ku Kurdistan cihê baweriya kompanyayên mezin û dostan e. Derbarê çekdanîna PKKê de jî, Rêber Ehmed diyar kir ku "ti pêngaveke praktîkî ji bo çekdanîna PKKê nehatiye avêtin."

Pêşangeha Navdewletî ya Avahîsazî û Wizeyê dê çar rojan, ji demjimêr 10:00 heta 19:00 vekirî be.

"Sektora Pîşesazî û Bazirganiyê ber bi pêş dikeve"

Derbarê 15emîn Pêşangeha Avahîsazî û Wizeyê de, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed da zanîn, hejmarek kompanyayên navçeyî û cîhanî beşdar bûne û got: "Cihê kêfxweşiyê ye ku îsal piraniya beşdaran kompanyayên navxweyî ne ku ji aliyê hejmarek ciwanên jêhatî ve tên birêvebirin."

Li gorî Wezîrê Navxwe, "piraniya berhemên ku di pêşangehê de tên nîşandan, berhemên navxweyî ne, li gorî pîvanên navneteweyî ne û bazareke wan a baş jî heye; bi taybetî hesin, çîmento û gelek berhemên din ên giran."

Rêber Ehmed teqez kir, vekirina pêşangehên bi vî rengî nîşana wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê li ser rêyeke rast e û di hemû waran de pêşketin bi xwe dîtiye, û got: "Roj bi roj sektora pîşesazî û bazirganiyê li Herêma Kurdistanê ber bi pêş ve diçe."

Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ev çend roj in li ser vexwendineke fermî li Amerîkayê ye. Heta niha hejmarek hevdîtin û civîn pêk anîne û biryar e hejmarek civînên din jî ligel berpirsên payebilind ên wî welatî pêk bîne.

Êvara Duşemê, 19ê Gulana 2025an, bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di merasîmekê de, du peymanên di warê wizeyê de, di navbera Wezareta Samanên Siruştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herdu kompanyayên petrolê yên Amerîkî (HNK Energy) û (Western Zagros) de hatin îmzekirin.

Li gorî Wezîrê Navxwe, serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Waşingtonê û îmzekirina peymanan ligel du kompanyayên Amerîkî di warê gaz, petrol û elektrîkê de, di demekê de ku Rojhilata Navîn di rewşeke hestiyar re derbas dibe, "belgeya wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê di vî warî de cihê baweriya kompanyayên mezin û dost û hevkarên me ye."

Rêber Ehmed herwiha destnîşan kir: "Kompanyayên mezin ên Ewropî û Amerîkî dixwazin li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin. Em hêvîdar in ku di encama van peymanan de paşerojeke geştir ji bo Herêma Kurdistanê pêk were."

Wekî ku Wezîrê Navxwe anî ziman, "Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin dide berhemên xwemalî û yek ji xalên herî girîng ên kabîneya wî, giringîdan û piştgiriya berhemên xwemalî, pêşxistina peywendiyên navdewletî û kişandina sermayeya biyanî bûye."

Prosesa Nû ya Aştiyê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) roj 12ê Gulana 2025an encamên Kongreya xwe ya 12emîn ragihandibû ku di navbera 5-7ê Gulanê de hatibû lidarxistin. Di wê kongreyê de, PKKê biryara xwehilweşandinê û bidawîanîna li têkoşîna çekdarî dabû.

Derbarê prosesa nû ya aştiyê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de, Rêber Ehmed amaje bi wê yekê kir ku "herdu alî, Tirkiye û PKK, derbarê prosesa 'çekdanînê' de di nava gotûbêjan de ne, lê ji aliyê praktîkî ve heta niha ti pêngavek nehatiye avêtin."

Wezîrê Navxwe dubare kir: "Herêma Kurdistanê, wek hikûmet û serkirdatiya siyasî, rola xwe ji bo nêzîkkirina herdu aliyan lîstiye. Di gelek qonaxên din ên aştiyê de jî Herêma Kurdistanê roleke xwe hebûye, û di paşerojê de jî dê heman rolê bilîze."

Li gorî Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, "Hîn hin tişt ji bo kesên ku gotûbêjan dikin bi xwe jî ne zelal in, bi taybetî derbarê awayê birêveçûna prosesa çekdanînê; kengî û li ku derê dê bê kirin? Bi baweriya min, ev mijar pêwîstî bi gotûbêjeke zêdetir heye."

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment