Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Wilson ji bo Herêma Kurdistanê dike

Mesrûr Barzanî û Joe Wilson
Mesrûr Barzanî û Joe Wilson

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kongresman Wilson li ser pêdivîtiya pêşxistin û xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de dîtin û nêrînên xwe li hev diguherin. Herwesa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber piştevaniya wî ya berdewam ji bo Herêma Kurdistanê spasiya wî dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 20ê Gulana 2025ê) li Waşintonê bi Kongresman Joe Wilson re civiya.

Li gorî ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du aliyan di wê civînê de dîtin û nerînên xwe li ser pêdivîtiya zêdetir pêşxistin û xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de li hev guhertin.

Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Amerîkayê û xasma jî Kongresmen Wilson kir, ji ber piştevaniya wan a berdewam ji bo Herêma Kurdistanê.

Kongresman Joe Wilson jî ji aliyê xwe ve piştgiriya xwe ji bo Kurdistaneke bihêz tekez kir û pîrozbahî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku duhî li Waşintonê peymanên warê enerjiyê îmze kirine.