Kongresman Mario Díaz-Balart piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê tekez dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya civîna xwe ya li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Kongresmen Mario Díaz-Balart piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyan tekez dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 20ê Gulana 2025ê) li Waşintonê bi Kongresman Mario Díaz-Balart re civiya.
Li gorî ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û girîngiya zêdetir pêşxistina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin nîqaşkirin.
Kongresman Mario Díaz-Balart herwesa piştevaniya xwe jî ji bo Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyan tekez kir.