Joe Wilson: Hikûmeta Amerîkayê piştevaniya weberhênanê li Herêma Kurdistanê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Kongresmanekî Amerîkayî dibêje, “Hikûmeta Amerîkayê her tim piştevaniya weberhênana şîrketên xwe li Herêma Kurdistanê dike”
Kongresman Joe Wilson îro (Sêşem, 20ê Gulana 2025ê) li ser hesaba xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, "Ez bi civîna xwe ya bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re şerefmend bûm.”
Kongresmanê navbirî herwesa nîgeraniya xwe li ser helwesta Wezareta Petrolê ya Îraqê li dijî peymanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên Amerîkayî de nîşan da û got, "Ez nîgeran im ku Wezareta Petrolê ya Îraqê li dijî weberhênana Amerîkayî di pêşxistina gazê li îraqê de ye, ku ev yek ji bo rawestandina hawirdekirina gaza Îranê girîng e”
Joe Wilson tekez jî kir, "Hikûmeta Amerîkayê her tim piştevaniya weberhênana şîrketên welatê xwe li Herêma Kurdistanê dike.”
Honor to meet KRG Prime Minister @masrourbarzani. Furious that @IraqiGovt PM @mohamedshia and his @iqministryofoil would oppose US investments to develop Iraqi gas which is essential to stop Iranian imports. US investments in @Kurdistan will always be supported by the US. pic.twitter.com/wKJIFPaUFA
— Joe Wilson (@RepJoeWilson) May 20, 2025