Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Kongresman Adam Smith re dicive
Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya serdana xwe ya Amerîkayê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani li Waşintonê bi Kongresman Adam Smith re dicive û her du alî tekezê li ser girîngiya zêdetir xurtkirina têkiliyên dualî di hemî waran de dikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 20ê Gulana 2025ê) li Waşingtonê bi Kongresman Adam Smith re civiya.
Di wê hevdîtinê de, rewşa dawiyê ya Îraq, Herêma Kurdistanê û deverê hat nîqaşkirin.
Herwesa herdu aliyan tekez li ser girîngiya zêdetir xurtkirina têkiliyên dualî di hemî waran de kir.
Di pareke din a wê hevdîtinê de jî, wî bal kişand ser girîngî û pêdivîtiya pêkanîna kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.