Abraham Hamadah girîngiya pêşxistina têkiliyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê tekez dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Kongresmanê Amerîkayî Abraham Hamadah dilxweşiya xwe ji bo serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Waşintonê diyar dike û tekezê li ser girîngiya pêşxistina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê di hemî waran de dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Sêşem, 20ê Gulana 2025ê) li Waşintonê bi Kongresman Abraham Hamadah re civiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de got, “Kongresmanê Amerîkayî amaje daye ku ew serbilind e ku di malbata wan de reheke Kurdî heye û dapîra wî (dayika babê wî) Kurd e û dayika wî bi xwe jî Dirûz e.”

Herwesa Kongresmanê navbirî kêfxweşiya xwe ji bo serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Waşintonê û îmzekirina du peymanên girîng di warê enerjiyê de jî diyar kir, ku di berjewendiya hemî welatiyên Îraqê de ye û tekez li ser girîngiya pêşxistina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê di hemî waran de jî tekez kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve pîrozbahî li Kongresman Abraham kir, ku par wekî wekî endamê Kongresê hat hilbijartin û daxwaza serkeftinê jî jê re kir, herwesa spasiya piştevaniya wî ji bo Herêma Kurdistanê jî kir.