Mesrûr Barzanî û Kongresman Brian li ser pêdivîtiya zêdetir pêşxistina têkiliyên dualî hevnerîn bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Encûmena Nûnerên Amerîkayê re civiya û her du alî li ser pêdivîtiya zêdetir pêşxistina têkiliyên dualî hevnerîn bûn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Sêşem, 20ê Gulana 2025ê) li Waşintonê û di çarçoveya serdana xwe ya Amerîkayê de bi Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Encûmena Nûnerên Amerîkayê Kongresman Brian Mast re civiya.

Di wê civînê de, Kongresman Mast spasî û rêz û hurmetên xwe ji bo qurbanîdanên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorê de anîn ziman, herwesa hemî piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê wekî hevpeymaneke girîng a Amerîkayê li deverê tekez kir.

Li gorî ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du alî li ser pêdivîtiya zêdetir pêşxistina têkiliyên dualî û xasma jî di warên weberhênan û enerjiyê de hevnerîn bûn, di vî warî de jî amaje bi girîngî û feydeyên wan peymanan hat dan, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi her du şîrketên Amerîkayî HKN û WesternZagrosê re îmze kirine.