Wezareta Derve ya Amerîkayê: Peyman têkiliyên bazirganî yên Amerîka û Kurdistanê berfireh dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê radigehîne, “Têkiliyên bazirganî yên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê bi îmzekirina peymanan bi şîrketên Amerîkayî re berfireh dibin.”
Wezareta Derve ya Amerîkayê îro (Çarşem, 21ê Gulana 2025ê), di ragehandinekê de amaje da, "Em kêfxweş in ku em dibînin têkiliyên bazirganî yên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê bi îmzekirina peymanan bi şîrketên Amerîkayî re berfirehtir dibin."
Di wê ragehandinê de hatiye, "Hevpariyên bi vî rengî dê dibin sedema bihêzkirina berhemanîna gazê li Îraqê û dê feyde ji bo her du gelên me hebe."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li danê êvarê yê roja Duşemê (19ê Gulana 2025ê) di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya Amerîkayê de, di merasîmekê de li Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê li Waşintonê, serperiştî û çavdêriya merasîmên îmzekirina du peymanên girîng di warê enerjiyê de kir.
Her du şîrketên petrolê yên Amerîkayî HKN Energy û WesternZagrosê bi awayekî cuda du peymanên mezin û girîng di warê pêşxistina kertê petrolê yê Herêma Kurdistanê de bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re îmze kirin.
Bihayê wan her du peymanan digehe bi dehan milyar dolaran û dê bandoreke berçav û erênî li ser pêşveçûna sektora petrol û enerjiyê û jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê hebe.