Mesrûr Barzanî: Em bo zêdetir pêşxistina têkiliyên bihêz ên Kurdistan û Amerîkayê kar dikin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 21ê Gulana 2025ê) di çarçoveya serdana xwe ya Waşintonê de ragehand, “Em ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyên bihêz ên Kurdistan û Amerîkayê kar dikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser platforma Xê nivîsandiye, "Em ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyên bihêz ên Kurdistan û Amerîkayê kar dikin, li ser bingeha nirxên hevpar û pêşkeftina aborî.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li danê êvarê yê roja Duşemê (19ê Gulana 2025ê) di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya Amerîkayê de, di merasîmekê de li Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê li Waşintonê, serperiştî û çavdêriya merasîmên îmzekirina du peymanên girîng di warê enerjiyê de kir.

Her du şîrketên petrolê yên Amerîkayî HKN Energy û WesternZagrosê bi awayekî cuda du peymanên mezin û girîng di warê pêşxistina kertê petrolê yê Herêma Kurdistanê de bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re îmze kirin.

Bihayê wan her du peymanan digehe bi dehan milyar dolaran û dê bandoreke berçav û erênî li ser pêşveçûna sektora petrol û enerjiyê û jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê hebe.