Serok Barzanî: Erka kadroyên PDKê xizmetkirina hemî gelê Kurd bê cudahî ye

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi tevlîbûyîyên gera 20ê ya Peymangeha Perwerdekirina Kadroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiya.

Baregayê Barzanî îro (Çarşem, 21ê Gulana 2025ê) di ragihandinekê de got, “Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê li gel serperişt, desteya birêvebirinê, mamosta û kadroyên ku tevlî gera 20eê ya Peymangeha Perwerdekirina Kadroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûne civiya.

Di vê civînê de, Serok Barzanî vekirina gera nû ya perwerdekirina kadroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê li kesên tevlîbûyî pîroz kir û daxwaza serkeftinê ji wan re kir.

Herwesa tevî amajedana bi westgehên girîng ên dîrok û qurbanîdanên PDKê û rêbaza Barzanî, Serok Barzanî tekez li ser girîngiya rola kadroyên PDKê di xurtkirina dilsoziya neteweyî û xurtkirina baweriya bi xwe ya gelê Kurd de kir.

Serok Barzanî herwesa ji kesên tevlîbûyî re got ku, erkê kadroyên PDKê ye ku bê cudahî xizmeta hemî gelê Kurd bikin û nirxên bilind biparêzin.

Di pareke din a wê civînê de jî, Serok Barzani bal kişnad ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan û Îraqê û pêşhatên dawiyê yên deverê bi giştî, di vî warî de jî şîret û rênimayên pêdivî pêşkêşî amadebûyîyên wê civînê kirin.