Mesrûr Barzanî li Washingtonê bi Senatorê Amerîkî Bill Hagerty re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Çarşemê 21ê Gulana 2025an, li Waşingtonê bi Senatorê Amerîkî Bill Hagerty re hevdîtinek pêk anî.
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de her du aliyan pêşxistina têkiliyên du alî û geşedanên dawî yên li Iraq û navçeyê bi berfirehî nirxandin.
Senator Hagerty kêfxweşiya xwe li hember îmzekirina peymanên di warê enerjiyê de di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û du kompanyayên Amerîkî de nîşan da. Herwiha hêviya xwe anî ziman ku têkiliyên aborî û bazirganî yên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de zêdetir bên pêşxistin.
Serokwezîr Barzanî jî, ligel spasiya xwe ji bo piştgiriya berdewam a Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê re, tekezî li ser girîngiya bihêzkirina zêdetir a têkiliyên stratejîk ên di navbera her du aliyan de kir.
Di hevdîtinê de herwiha behsa pêwîstiya rêzgirtina li mafên destûrî û statuya federal a Herêma Kurdistanê jî hat kirin.