Mesrûr Barzanî beşdarî gotûbêjeke taybet a Korbenda Enerjiyê ya li Washingtonê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja Pêncşemê 22ê Gulana 2025an, li Waşingtonê beşdarî gotûbêjeke taybet a Korbenda Enerjiyê dibe. 

Gotûbêj bi navê "Pêşeroja Enerjiyê li Herêma Kurdistanê" ye û tê de Serokwezîr Barzanî dê nêrîn û dîtinên Herêmê ji bo pêşxistina sektora enerjiyê û derfetên veberhênanê pêşkêş bike.

Korbend ji aliyê Enstîtuya Al-Monitor ve tê organîzekirin û tê payîn ku Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê ligel gelek pispor, lêkolîner û dîplomatkarên navneteweyî beşdar bibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî çend roj in bi serdaneke fermî li Washingtonê ye û duh bi amadebûn û serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, du peymanên girîng ên di warê enerjiyê de di navbera Wezareta Samanên Siruştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên Amerîkî yên HKN Energy û Western Zagros de hatin îmzekirin.