Êlî Gold: Pêwendiyên Amerîka-Herêma Kurdistanê dikevin qonaxeke nû
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Enstîtuya Gold ji bo Stratejiya Navdewletî li Washingtonê Êlî Gold ragihand, pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de gelek bihêz in û dikevin qonaxeke nû. Gold herwiha teqez kir, divê Bexda têbigihe ku Kurdistan di siyaseta derve ya Amerîkayê de li navçeyê di rêza yekem de ye.
Êlî Gold îro 21ê Gulanê ji K24 re axivî û got: "Dema serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî gelek girîng e, bi taybetî îmzekirina van her du peymanan bi kompaniyên Amerîkî re di demekê de ku Serokê Amerîkayê girîngiyeke mezin dide pêwendiyên bazirganî. Ji ber vê yekê ev peyman li gel siyaseta derve ya rêveberiya Donald Trump hevaheng in."
Gold herwiha got: "Peyama Wezîrê Derve yê Amerîkayê eşkere ye ku pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de gelek bihêz in û dikevin qonaxeke nû. Pêwîst e Bexda ji wê yekê têbigihe ku Kurdistan di siyaseta derve ya Amerîkayê de li herêmê di rêza yekem de ye. Ji ber vê yekê, ev di berjewendiya Bexdayê de ye ku têbigihe, bi taybetî Serokwezîrê Iraqê."
Serokê Enstîtuya Gold bal kişand ser wê yekê ku bandoreke mezin a derve li ser Bexdayê heye, bi taybetî ya Îranê, û ev yek bûye sedem ku pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de bi vî rengî bin. Li gorî Gold, "Pêwîst e Amerîka di danûstandina bi Iraqê re derbarê Herêma Kurdistanê de rasterasttir be û têbigihe ku tiştê Herêma Kurdistanê dike gelek destûrî ye."
Di dawiyê de, Êlî Gold da zanîn ku mafekî destûrî yê Herêma Kurdistanê ye ku van peymanan bike û got: "Piştgiriya rêveberiya Trump ji bo Herêma Kurdistanê dê berfirehtir bibe. Careke din enerjiya Kurdistanê dê vegere nav tora enerjiya cîhanî."