Mesrûr Barzanî û Senator Elissa Slotkin li ser girîngiya piştgiriya hêzên Pêşmerge hevnêrîn bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Senator Elissa Slotkin li ser girîngî û pêwîstiya berdewamiya piştgiriya hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorîstan de li hev kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Gulana 2025an li Washingtonê, bi Senatora Amerîkî Elissa Slotkin re civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de behsa reformên Hikûmeta Herêmê, bi taybetî çaksaziyên di nav Wezareta Pêşmerge de, hat kirin. Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku ji bo têkoşîna li dijî gefên terorê, pêwîst e piştgiriya ji bo Hêza Pêşmerge bidome.
Herwiha, rêzgirtina ji qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û dabînkirina maf û heqdestiyên darayî yên xelkê Kurdistanê, mijareke din a girîng a hevdîtinê bû. Ji bilî van, rewşa pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda de û azadiya olî li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî hatin gotûbêjkirin.