Mesrûr Barzani: Rêveberiya Trump piştgirîya rêkeftinan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, îmzekirina peymanên di warê enerjiyê de, di berjewendiya Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê de ye û armanc jê gihandina xizmetguzariyên zêdetir ji bo welatiyan e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 22ê Gulanê di konferanseke rojnamevanî de got: "Ne pêwîst e ti aliyek nîgeran bibe, ji ber ku îmzekirina peymanan di warê enerjiyê de di berjewendiya Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê de ye, herwiha ji bo wê yekê ye ku xizmetguzariyên zêdetir bigihêjin welatiyan."

Derbarê civîna ligel Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha axivî: "Civîneke me ya gelek baş bi hev re hebû, axaftinên gelek baş hatin kirin. Guhê me li piştevaniya rêveberiya Serok Trump bû. Ew amade ne hem piştgiriyê bidin van peymanan, hem jî berdewamiyê bidin pêşxistina pêwendiyan di hemû astan de."

Barzanî herwiha got: "Pêwîstiya me bi wê yekê heye ku rêveberiya Serok Trump ji her demê zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike. Niha em weke hevpeymaneke stratejîk a Amerîkayê rêz li me tê girtin û em li bendê ne ku ev pêwendî bigihêjin qonaxeke baştir û bilindtir."

Li ser peymanên warê enerjiyê, Serokwezîr Barzanî destnîşan kir: "Em tenê berpirsiyar in ji wan biryarên ku em didin. Me biryar daye ku sektora enerjiyê li Herêma Kurdistanê pêş bixin. Bêguman, sûdê wê ji bo tevahiya gelê Iraqê û Herêma Kurdistanê hebe. Kesên din çawa van peymanan şîrove dikin, ew bi xwe dizanin."

Wî got jî: "Civînên me yên pir baş ligel berpirsên Amerîkî li Capitol Hill çêbûn. Îro û sibê jî dê civînên me yên zêdetir hebin. Pêwendiyeke me ya baş ligel rêveberiya welat heye û em dixwazin vê pêwendiyê zêdetir û baştir bikin. Ev pêwendî ji bo me gelek girîng in û dê di berjewendiya tevahiya navçeyê de bin."

Di dirêjahiya axaftina xwe de, Barzanî ev yek jî anî ziman: "Gelek dostên me li Amerîkayê hene, hem di Kongresê de hem jî di rêveberiya welat de. Em, gelê Herêma Kurdistanê, hevpeymanên rastîn ên Amerîkayê ne. Me bi hev re şerê li dijî terorê kir û me dûpat kiriye ku em dikarin bibin hevpeymanên cihê baweriyê."

Derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de, Mesrûr Barzanî got: "Ez hêvîdar im ku hemû alî rola xwe di destpêkirina hinardekirina petrolê de bilîzin, ji ber ku ev di berjewendiya hemû aliyan de ye, di nav de hikûmeta Iraqê jî, ji ber ku dahata hikûmetê zêde dike."

 
Fly Erbil Advertisment