Bi amadebûna Şêwirmendê Trump, şîveke pêşwazîkirinê bo Mesrûr Barzanî li Waşintonê hat lidarxistin

Mesrûr Barzanî û Massad Boulos
Mesrûr Barzanî û Massad Boulos

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Şêwirmendê Bilind ê Serokê Amerîkayê Massad Boulos, duhî (Pêncşem, 22ê Gulana 2025ê) êvarê li Waşintonê wekî bixêrhatina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şîvek hat amadekirin.

Di nav merasîmên wê şîvxwarinê de, ku hejmareke kesayetiyên navdar ên Amerîkayê tevlî wê bûbûn, Şêwirmendê Bilind ê Serokê Amerîkayê di gotarekê de bixêrhatina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û serdana wî ya Amerîkayê wekî serdaneke pir serketî binav kir.

Şêwirmendê Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê herwesa pêdivîtiya xurtkirina têkiliya stratejîk a di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de jî tekez kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di gotarekê de spasiya mêvandariya wî kir û amaje da ku, Herêma Kurdistanê gelek rêzê dide hevkarî, piştevanî û dostaniya Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê û got, “Em dixwazin têkiliyên dualî di hemî waran de zêdetir pêş bixin.”

 

 
Fly Erbil Advertisment