Marco Rubio: Xweragiria Herêma Kurdistanê ji bo aramiya Iraqê girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh 24ê Gulana 2025an, civiyan. Di civînê de, ku tê de behsa pêşhatên herêmê û piştgiriya Amerîkayê hat kirin, Rubio careke din piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê ya bihêz û xweragir tekez kir.
Marco Rubio piştî civînê li hejmara xwe ya tora civakî “X” ragihand, wî di hevdîtina bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re "piştgiriya berdewam a Amerîkayê ji bo bihêzbûn û xweragiriya Herêma Kurdistanê tekez kiriye, ku ev yek ji bo aramiya Iraqê û navçeyê girîng e."
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî civîna xwe ya bi Marco Rubio re, di konferanseke rojnamevanî de hûrgiliyên civînê parve kir.
Serokwezîr Barzanî got, "Me civîneke pir baş bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re kir.” Wî herwiha da zanîn, “Di civîna min û Wezîrê Derve yê Amerîkayê de, me têgihiştin, dîtin û nêrînên xwe li ser tevahiya geşedanên li deverê anîn ziman.”
Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe li hember piştgiriya Amerîkayê nîşan da û tekez kir, "Em pir kêfxweş in ku em dibînin piştevaniyeke mezin ji aliyê Amerîkayê ve bo gelê Kurdistanê û ji bo peymanên ku em difikirin dê di berjewendiya tevahiya Kurdistan û Iraqê de bin heye."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha eşkere kir ku wî Wezîrê Derve yê Amerîkayê vexwendiye Kurdistanê û got, “Min Wezîrê Derve yê Amerîkayê vexwendiye ku serdana Herêma Kurdistanê bike.”