Li Enqereyê pêşangeha peykersazê Kurd Bestamî Egî hat vekirin
Enqere (K24) – Li Enqereyê pêşangeheke ciyawaz hate lidarxistin. Peykersazekî Kurd ku ji Diyarbekirê ye ji çop û bermayiyên ku ji jiyana xwe û xwazeyê kom kiriye berhem û peyker afirandine. Di pêşangeha bi navê ‘Antroposen’ de rexne li talankirina bêdawî ya xwazeyê tê kirin. Peykersazê Kurd herwiha dibêje ku ev bermayî qeyrana avûhewayê kurttir dikin û armanc dike ku mirovan, bi rengî bi çopên wan re rûbirû bihêle.
Ev dîmen ji pêşangeha peykersazê Kurd ya Bestamî Egî ne ku li Enqereyê birêve çû. Her amûreke di vê pêşengehê de xwedî nirxekî cuda ye. Tûalên hûnermendê Diyarbekirî ji bermayîyan pêk tên ku, hin caran dibin hesînekî avêtî, hin caran dibin bêreke ku hew tê şixulandin, hin caran dibin darên rizî û hin caran jî dibin cêrêkî avê an jî kuwarkeke mêşan.
Bestami Eği ku hunerê wekî amûrek ji bo parêzvaniyê dibîne, di pêşangeha xwe ya bi navê "Antroposen" de, ku tê de bi rêya îmkanên hunerê nirxek nû li tiştên terikandî zêde dike, balê dikişîne ser talankirina bêdawî ya xwezayê û tevgerên mezaxî yên ku bûne talanker.
Peykersazê Kurd Bestamî Egî ji K24ê re got: “Bi şoreşa pîşesaziyê re serdama Antroposen dest pê kir. Bi vê serdemê re ji ber ku hilberîn zêde bû, bikarhênan jî zêdetir bû. Mirovan kel û pelên mûdbexan û materyalên din pişesaziyî avêtin, Ev jî metirsiyeke mezin li ser çavkaniyên avê, axê û pergala xwezayî çêdikin. Ez jî bi derfetên hûnerê nasnameyekê nû didim van bermayîyan, van tînim asteke ku mirov bikaribin li wan temaşe bikin ku bandorek li ser hişmendiya wan çêbibe. Helbet ev bermayîyên avêtî qeyrana avûhewayê jî kûrttir dike. Peyama min jî ew e; ‘Ev çopên me ne û divê em bi wan re rûbarî hev bikevin.’
Hunermend di pêşangeha xwe de armanc dike hişmendî û hişyariya jîngehê biafirîne û dibêje berhemek ku ji deriyekî darîn ê avahiyek axî an tiştek metalî rizî ye, dikare pir baş 'bijî' û bibe materyalê hunermend û hebûnek nû bi dest bixe.
Berpirsa Pêşengehê Selen Dogan dibêje: “Huner zimanekî din e û ji bo avakirina qada demokratîk xwedî cihekî taybet e. Hûner bo parastina mafên mirovan, bo hemû zindî û nezindiyan û başbûna hebûna wan amûreke girîng e. Bi vê pêşangehê em dixwazin hinekî vê rave bikin. Ez weke jineke ku di qada mafên jinan de dixebitim dikarim bibêjim hemû mijar bihevre girêdayî ne. Helbet ji rûxandina pergala xwezayî û serdestiya mirovan ya ser xwezayê; jin û zarokên keç jî gelekî zirarê dibinîn. Ku ev berhem jî rengekî din ya binpêkirina mafan nîşan didin.”
Pêşangeha bi navê "Şopên ji Xwezayê" yekem pêşangeha peykersazê Kurd e.Pêşangeha wî duyem jî ya bi navê Antroposen e. Herwiha di sala 2023an de berhemên wî cara yekem li Enqerê, li Enstîtuya Goethe hatin pêşandan ku bi tevahî heta niha penc pêşengeh vekirine.