3 nivîskarên Rojavayê Kurdistanê pirtûkên xwe li Hewlêrê îmze kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Weşanxaneya Nûs House bi hevkariya Pirtûkxaneya Mem û Zîn, li Hewlêra paytext çalakiyeke wêjeyî û îmzekirina pirtûkan lidar xist. Ev çalakî di çarçoveya sêyemîn pêşangeha weşanên Nûs House de pêk hat û tê de sê nivîskarên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn.

Nivîskarên beşdar Can Bapîr, Ehmed Qeto û Miço Wês bûn. Di destpêka çalakiyê de, ku îro 24ê Gulanê piştî nîvro li Pirtûkxaneya Mem û Zîn birêve çû, her sê nivîskaran li ser berhemên xwe û ezmûna xwe ya wêjeyî axivîn. Herwiha bersiva pirsên beşdaran dan û li ser girîngiya wêje û xwendinê rawestîn.

Piştî gotûbêj û danûstandinên wêjeyî, nivîskaran pirtûkên xwe ji bo hezkiriyên pirtûkan û xwendevanên ku amade bûn, îmze kirin. 

Çalakiyê karvendaneke mezin dît û gelek kes ji bo dîtina nivîskaran û bidestxistina pirtûkên îmzekirî beşdar bûn.

Pêşangeha sêyemîn a weşanên Nûs House (Nûs-Books 3) li Hewlêrê bi armanca nasandina berhemên nû û piştgiriya nivîskarên Kurd hat lidarxistin.