Şanda Senatoyê: Amerîka girîngiyeke mezin dide Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 24ê Gulanê pêşwazî li du endamên Encûmena Pîran (Senato) ya Amerîkayê, Senatorê Serbixwe yê wîlayeta Maine Angus King û Senatorê Komarî yê wîlayeta Oklahoma James Lankford û şanda bi wan re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de pêşxistina têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Amerîkayê, hevkariya hevbeş bi taybetî di warê rûbirûbûna terorê de, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê, herwiha rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û derbarê rewşa Sûriyê û pêşhatên navçeyê de nêrîn hatin guhartin.

Li gor daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanîna xwe ji bo piştgiriya berdewam a Amerîkayê ji Iraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî piştgiriya Kongresê ji bo proseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge anî ziman. Herwiha amaje bi girîngiya pêşxistina hevkariyê di navbera wan de di warên cuda de kir.

Şanda mêvan pesnê pêşketinên Herêma Kurdistanê da û amaje bi wê yekê kir, Amerîka bi girîngiyeke mezin û wek hevpeymanek li Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre. Di vî warî de, wan tekezî li ser berdewamiya pabendiya Amerîkayê ji bo piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

 

 
Fly Erbil Advertisment