Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê: Mohleta çekdanînê HSDê li xwe nagire

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra ragihand, mohleta 10 rojan a ji bo komên çekdar da ku çekên xwe deynin û tevlî artêşa Sûriyeyê bibin, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li xwe nagire. Ebû Qesra destnîşan kir, derbarê vê navçeyê de "rêkeftineke cuda" heye.
Di hevpeyvîneke ligel televîzyona (El-Îxbariye) a Sûrî de, Ebû Qesra diyar kir, ew bi derdora 130 komên çekdar re ji bo gotûbêjkirina pêkhateya nû ya artêşa Sûriyeyê civiyane û di vî warî de ji bo tevlîkirina wan koman di bin sîwana Wezareta Berevaniyê de "serkeftineke mezin" bi dest xistine.
Ebû Qesra da zanîn, mohleta 10 rojan a ji bo danîna çekan û tevlîbûna nava Wezareta Berevaniyê, ku îro 27'ê Gulanê bi dawî dibe, taybet e ji bo komên li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Herwiha got: "Mohleta deh rojan ya danîna çek û tevlîbûna nava Wezareta Berevaniya Sûriyê, Bakurê Rojhilatê Sûriyê li xwe nagire, ji ber ku rêkeftineke cuda derbarê wê navçeyê de heye û Wezareta Berevaniyê dê li gorî wê tevbigere."
Ebû Qesra herwiha behsa hewlên ji bo ji nû ve birêxistinkirina hêzên çekdar, çalakirina efseran di çarçoveya Wezareta Berevaniyê de ji bo bidestxistina kêrhatî û karê sazûmanî kir. Tekez kir jî, ew ê nehêlin ti aliyek li derveyî desthilata Wezareta Berevaniyê bimîne û ji bo "avakirina artêşeke xwedî eqîdeyek leşkerî ya niştimanî ku gelê Sûriyê biparêze" kar dikin.
Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê amaje bi wê yekê jî kir, ew dixwazin "artêşeke dilxwaz û profesyonel" ava bikin da ku leşkerên dilsoz tevlî bibin, û ew hewl didin ji bo sererastkirina "navûdengê xerabûyî yê artêşa Sûriyê ya berê" û çêkirina pireke di navbera artêş û civakê de.