Li Silêmaniyê du haletên AIDSê hatin tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr. Saman Berzincî, îro 28ê Gulana 2025an, di daxuyaniyekê de behsa çend mijarên girîng ên tenduristiyê kir û rexne li hin belavokên medyayê girt.

Dr. Berzincî bi taybetî amaje bi belavkirina agahiyên nerast ên derbarê nexweşiya AIDSê kir û got: "Beşek ji dezgehên ragihandinê amarên nerast derbarê AIDSê belav dikin."

Tekez kir jî, Wezareta Tenduristiyê bi awayekî periyodîk û salane amarên fermî belav dike û girîng e ku cudahî di navbera kesên ku tenê hilgirê vîrûsa HIV ne û kesên ku bi nexweşiya AIDSê ketine, bê kirin.

Aşkere kir jî, du haletên nû yên hilgirtina vîrûsa AIDSê li bajarê Silêmaniyê hatine tomarkirin. Ev her du kes hevjîn in û niha di bin çavdêriya tund a bijîşkî de ne. Herwiha, tîmên tenduristiyê mehane bi hezaran pişkinînên nexweşiyên veguhêz, tevî AIDSê, dikin.

Derbarê nexweşiyên dil de, ku li Herêmê sedema sereke ya mirinê ne, Wezîr Tendirustiyê da zanîn, ew niha bi avakirina hejmarek navendên nû û taybet bi van nexweşiyan li çend deverên cuda yên Herêma Kurdistanê mijûl in.

Destnîşan kir jî, di hinek ji van navendên nû de, amûrên pêşketî yên wekî cîhazên qestereya dil jî hatine dabînkirin da ku xizmetguzariyên baştir ji nexweşan re bên pêşkêşkirin.

Li ser mijara tayê xwînberbûnê, Dr. Saman Berzincî eşkere kir, sê haletên vê nexweşiyê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

Di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê de, Wezîrê Tendiruatiyê zelal kir, yek ji van kesên ku bi tayê xwînberbûnê ketine, niştecihê bajarê Mûsilê ye, lê ji bo wergirtina çareseriya bijîşkî serdana nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê kiriye. Rewşa tenduristiya her sê nexweşan baş û cîgir e.

 
Fly Erbil Advertisment