Erdogan: HSD bo bicihanîna peymana xwe ya bi Şamê re sist e

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê haydariyê dide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku sistiyê di bicihanîna peymana xwe ya bi Şamê re neke, ji bo tevlîbûna di hêzên fermî yên Sûriyeyê de.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro (Pêncşem, 29ê Gulana 2025ê) piştî vegera ji serdana xwe ya Azerbaycanê, di daxuyaniyeke rojnamevanî de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi wê yekê tometbar kir ku, sistiyê di bicihanîna peymana xwe ya bi hikûmeta Sûriyê re dike û taktîkan bi kar tîne da ku tevlîbûna di artêşa fermî ya wî welatî da paş bixin.

Erdogan herwesa gotragihand ku, pêştir pêşwaziya wê peymanê kiribû lê wesa dibînin ku HSD berdewamî mekanîzma sistbûnê li beranberî bicihanîna wê bi kar tîne û divê ew lîstik bê bidawîanîn û ew bi baldarî li benda gavên din in.

Serokkomarê Tirkiyeyê helwesta welatê xwe li ser Sûriyeyê tekez kir û got ku, armanca welatê wî parastina yekrêzî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê ye. herwesa di derheqa Îranê de jî got ku, pêşbînî dikin ku piştgiriyê bide bizavên ji bo bidestxistina aştî û aramiyê li herêmê.

Serokkomarê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera li roja Şemiyê (24ê Gulana 2025ê) bi serdaneke ranegihandî gihîşt Stenbolê û li Koçka Dolmabahçeyê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve hate pêşwazîkirin. Li gorî ragehandina Serokatiya Komara Sûriyeyê, her du aliyan têkiliyên dualî yên di navbera Enqere û Şamê de di hemî waran de, bi taybetî jî di warê rûbirûbûna terorê de, nîqaş kirin.