Yekemîn pirtûka fêrbûna Kurdî li Danîmarkayê hat çapkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîskarekî Kurd ê şêniyê Danîmarkayê pirtûka xwe ya yekê çap kir, ku ew jî pirtûkeke fêrbûna zimanê Kurdî ye û wekî yekemîn pirtûka fêrbûna Kurdî li Danîmarkayê tê hesibandin. Ev pirtûk ji bo penaber û koçberên Kurd ên li Danîmarkayê û her weha ji bo kesên ne-kurd ên ku dixwazin zimanê Kurdî hîn bibin hatiye amadekirin.
Nivîskar bi Kurdî nizanibû. Niha Deniz yekemîn pirtûka fêrbûna Kurdî li welatê Danîmarkayê çap kiriye û du dibistanên Kurdî jî vekirine.
Rojnamevan û nivîskar Deniz Berxwedan Serinci li Danîmarkayê pirtûka "Kurdî Hîn Bibe" nivîsandiye - ew yekemîn pirtûka fêrbûnê ye li vî welatî.
Serinci di sala 1985an de li Danîmarkayê ji dayik bûye, lê dê û bavê wî li Çorumê li bakurê Tirkiyeyê, 900 kîlometre dûrî Kurdistanê, ji dayik bûne.
Tê texmînkirin ku Kurdên Çorumê nêzîkî 200-300 sal berê ji Bakurê Kurdistanê koçî Çorumê kirine. Li wir di nav Tirkan de mezin bûn û zimanê xwe ji bîr kirin. Di sala 1970an de, malbata Deniz wek karker çûn Danîmarkayê.
Deniz dibêje: "Malbata min xwe wek Tirk dihesiband û ez ji bo 10 salan şandim dibistaneke Tirkî li bajarê Esbjergê yê Danîmarkayê. Em li malê tenê bi Tirkî û Danîmarkî diaxivîn. Di 15 saliya xwe de, ez matmayî mam gava min fêm kir ku ez qet ne Tirk im. Piştî 300 salan min dest bi vegera ser kokên xwe yên Kurdî kir û min xwest ez fêrî Kurdî bibim."
Deniz dibêje ku, ew zimanê Kurdî bi tenê, bêyî ku biçe ti kurseke Kurdî hîn bûye.
Deniz dibêje, "Ez bi rêya muzîkê fêrî Kurdî bûm. Bi taybetî stranbêj Şivan Perwer li min pir bandor/tesîr kir. Lê min peyvek ji stranên wî fêm nedikir. Dema ku hevalên min muzîka Kurdî ji înternetê dadixistin, min israr kir ku ezê kaset an CDyên Kurdî bikirim da ku ez jî bergên (kapak) wan bistînim. Li ser wan ez dikarim gotinan bixwînim û bi demê re rêzimana zimanê Kurdî fehm bikim.”
Paşê Deniz hevalên nu peyda kirin; penaberên nû ku ji Urmiyê (Kurdistana Îranê) hatibûn Danîmarkayê.
Deniz dibêje, "Min gelek dem/wext bi wan re derbas kir. Van penaberên nû yên ji Urmiyê wê demê bi Danîmarkî nizanibûn û min jî bi Kurdî nizanibû. Ji ber vê yekê em mecbûr bûn zimanên hevdu fêr bibin. Bi pratîkkirina Kurdî di dawiyê de ez fêrî Kurdî bûm."
Di sala 2023an de Deniz li du bajarên herî mezin ên Danîmarkayê, li Kopenhagen û Aarhusê, du kursên zimanî yên Kurdî vekirin. Deniz bi xwe bi zaravayê Kurmancî dersê dide, mamosteyekî din jî bi zaravayê Soranî dersê dide.
Meha borî jî Deniz pirtûka "Kurdî Hîn Bibe" bi danîmarkî û kurmancî weşand.
Ev pirtûk ji bo penaber û koçberên Kurd ên li Danîmarkayê û her weha ji bo kesên ne-kurd ên ku dixwazin zimanê Kurdî hîn bibin hatiye amadekirin.
Pirtûk ji wêne, diyalog û nirxandinên giştî yên rêzimana Kurdî pêk tê. Diyalog bi peyvên hêsan dest pê dikin û hêdî hêdî zehmettir dibin. Herwiha, peyvên Kurdî bi wergerên danîmarkî re têne pêşkêş kirin.
Zaravayê di pirtûkê de Kurmancî ye, ku ji hêla piraniya Kurdên li Kurdistanê û li Danîmarkayê ve tê axaftin.
Deniz eşkere jî dike, "Piraniya Kurdên li vir ji bajarê Konyayê yê Anatoliyaya Navîn a Tirkiyeyê tên, ji ber vê yekê min peyvên herêmî yên ji herêma Konyayê jî bi kar anîne."
Ev pirtûk dê di paşerojê de ji bo zaravayê soranî jî bê wergerandin.
Deniz vedibêje çima pirtûkek fêrbûna Kurdî girîng e, "Kurd yek ji mezintirîn kêmneteweyên li Danîmarkayê ne û gelek sal in li vî welatî dijîn. Malbata min di 1970an de, ango 55 sal berê, hat vir. Ji ber vê dem hatiye ku ji bo wan pirtûkeke dersê hebe.”
Herwesa tekez jî kir, “Wekî din, gelek Kurd zimanê xwe nizanin, ji ber vê ez dixwazim alîkariya wan bikim ku zimanê xwe fêr bibin. Malbata min nekarî min fêrî Kurdî bikin. Derfeta min tune bû ku ez zimanê xwe yê zikmakî fêr bibim. Ez dixwazim vê derfetê bidim Kurdên din."
Deniz her wiha dibêje, "Çar dewletan bizav kir zilmê li dijî zimanê me bikin. Gerek em jî pirtir li zimanê xwe xwedî derkevin. Ziman hebûna me ye. Bêyî wê, em ê winda bibin."
Bi deh hezaran Kurd li Danîmarkayê dijîn. Kêm ji wan tevlî kursên Kurdî dibin.
Nivîsarên navbirî ron jî kir, "Carinan kursên Kurdî pir dûrî mirovan in, ji ber vê ew naxwazin roja xwe ya betlaneyê bo kursa Kurdî bi kar bînin. Wekî din, kêmasiya mamosteyên xwedî perwerdehiya pedagojîk a pêwîst heye. Her wiha gelek mamosteyên Kurdî yên xwebexş jî tune ne."
Wî çareseriyek heye, "Ji ber vê min fikirî: Ger Azad neçe kursa Kurdî, divê kursa Kurdî were ba wî. Bi rêya vê pirtûkê."
Projeya din a rojnamevanê danîmarkî-kurd pirtûkek li ser muzîka kurdî û girîngiya wê ji bo Kurdan e.

