Iraqê dema rawestandina geştên xwe yên asmanî dirêj kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Iraqê biryar da ku, dema girtina asmanê welatê xwe li ber tevahiya geştên asmanî ji bo dema 72 saetên din dirêj bike, ev jî ji ber rêkareke demkî û xweparastinê ji ber aloziyên deverê ye.
Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Iraqê îro (Şemî, 7ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, biryara girtina asmanê Iraqê hemî wan balafiran vedigire yên ku tên nav wî welatî an jî jê derdikevin.
Ev biryar her ji saet 12:00 ê nîvroya îro hat destpêkirin û dê heta saet 12:00 ê nîvroya Sêşema bê (10ê Adara 2026ê) berdewam be.
Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Iraqê di derheqa sedema vê pêngavê de jî ron kir ku, ev biryar girêdayî nirxandina berdewam ji bo rewşa ewlehiyê û pêşkeftinên dawiyê yên deverê ye.
Desthilata navbirî di dawiya daxuyaniya xwe de jî tekez kir ku, li gorî guhertin û pêşketinan, nirxandineke nû ji bo rewşê tê kirin û paştir jî hemî şîrketên balafirvaniyê û aliyên peywendîdar dê li ser her guhertin û biryareke nû bên haydarkirin.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.