Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin

Helebçe
Helebçe

Navenda Nûçeyan (K24) - Di dema çend rojên borî de ji bo cara sêyê li pey hev, bi rêya dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan li bilindahiyên parêzgeha Helebçeyê hat kirin, û zirareke mezin da torên peywendiyan.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Helebçeyê Asan Mihemed got: Bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan ên Befrî Mîrî li ser çiyayê Şinriwê hat kirin.

Eşkere jî kir ku, di van êrîşan de bircên weşanê yên gelek kanalên televîzyon û radyoyan û herwesa bircên xetên peywendiyan, bi taybetî jî her du şîrketên Asiacell û Korek Telecom, hatine armanckirin û zirarên mezin gihîştine wan. Ev jî bûye sedema lawazbûna xetên peywendiyan û weşanê li wê deverê.

Asan Mihemed di derheqa zirarên canî de jî got: Tu qurbanî di wê êrîşê de nebûn. Ew her du zêrevanên ku di dema wê bûyerê de li ser erkê xwe yê parastina wan bircan bûn, bi silametî hatine xwarê û ji wê deverê derketine.

Çiyayê Şinriwê cihekî asê û bilind e û li ser sînorê di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de ye. Ji ber cihê wê yê erdnîgarî, bircên wê deverê rasterast dikevin beranberî bingeh û xalên sînorî yên Îranê û di navbera wan de dûratiyeke kêm heye.

Berî çend rojan jî her li wî alîyî bi eynî awayî û bi rêya çend dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan li ser Çiyayê "Zimnako" hat kirin, ku zirarên madî gihandibûn wan bircan lê tu zirarên canî nebûn.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.