Pizîşkiyan: Em dê bi şert êrîşî welatên cîran nekin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Îranê ragihand ku, Encûmena Serokatiya Demkî ya Îranê razî bûye ku êrîşî welatên cîran neke, heke êrîşan li wan welatan çavkanî nebin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro (Şemî, 7ê Adara 2026ê) kuştina Rêberê Bilind Elî Xamineyî û hejmareke fermandarên payebilind ên welatê xwe piştrast kir û ragihand: Welat di rewşa şer de ye. Herwesa bi tundî welatên rojavayî û îdîakerên mafên mirovan ji ber wê yekê rexne kirin ku, qanûnên navneteweyî binpê dikin û nexweşxane û dibistanan dikin armanc.

Serokkomarê Îranê eşkere jî kir ku, hêzên çekdar ên Îranê ji ber kuştina fermandaran bi neçarî û bi awayê "agir bi hilbijartin" (serpişk di teqekirinê de) pêngav avêtine û êrîşî çend welatên cîran kiriye.

Mesûd Pizîşkiyan di wî warî de got: Divê ez li vê derê daxwaza lêborînê ji welatên cîran bikin, ji ber wan êrîşan ku li ser wan hatine kirin. Niyeta me tune ku em destdirêjiyê bikin û em wan birayên xwe dibînin.

Navbirî ron jî kir ku, Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî di civîna duhî (În, 6ê Adarê, 2026) de biryar da ku êrîşên li ser welatên cîran rawestîne û pirsgirêkan bi rêya dîplomatîk bên çareserkirin, heke ew welat bi xwe êrîşkirina li ser Îranê dest pê nekin.

Serokkomarê Îranê tekez kir ku, hikûmet û hêz bi hemî şiyana xwe ve li ser xetê ne û welat ji bo şer amade dikin. Bang li welatiyan jî kir ku, bêyî guh medin cudahiyan û yekgirtî bin û berevaniyê ji axê bikin.

Mesûd Pizîşkiyan di pareke din a peyama xwe de haydarî da welatên deverê û got ku, “Çêtir e ku nebin hevalên emperyalîzm, Îsraîl û Amerîkayê. Serbilindî di alîkarîkirina dagirkeran de nayê bidestxistin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.