Herêma Kurdistanê... Zêdetirî 100 mizgeftan bi awayê kulav û dersokên Kurdî hatine çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo ku li ser mizgeftên Herêma Kurdistanê mohra Kurdî hebe, Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî biryar daye ku tevaya mizgeftan bi awayê kulav û dersokên Kurdî bên çêkirin.

Birêveberê Endazeya Mizgeftan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Mihemed Moşîr îro (În, 30ê Gulana 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “Ji bo ku mizgeftên Herêma Kurdistanê mohra Kurdî hebe, berî çar salan me ji hejmareke nivîsîngehên endazyariyê li tevaya bajar û bajarkan xwest ku dîzaynên taybetî ji bo avakirina mizgeftan bişînin.”

Mihemed Moşîr herwesa got, "Piştre, di nav hejmareke zêde ya dîzaynan de, biryar hat dan ku tevaya mizgeftan bi awayê kulav û dersokên Kurdî bên çêkirin."

Navbirî amaje jî da ku, niha her mizgeftek ku li bajar û bajarkan bê çêkirin, divê bi awayê kulav û dersokên Kurdî be, ku ev yek ji aliyê Wezareta Ewqafê ve hatiye pejirandin, tenê gund di bin vê biryarê de nînin, ji ber ku gelek budçe hewce ye û mizgeftên gundan jî li beranberî bajar û bajarkan biçûktir in.

Birêveberê Endazeya Mizgeftan amaje jî da, “Heta niha destûrî bi zêdetirî 100 mizgeftan hatiye dan ku bi vî awayî bên çêbikin, zêdetirî 50 mizgeftan li Hewlêrê ne. Çend mizgeft jî bi vî awayî hatine temamkirin.”

Mihemed Moşîr herwesa got, "Armanca vê biryarê ew e ku pêşî li avakirina mizgeftan bi awayên welatên din, bi taybetî welatên cîran, bê girtin."

Li Herêma Kurdistanê 6 hezar û 150 mizgeft hene, û gotarên roja înê li zêdetirî 3 hezar mizgeftan tên pêşkêşkirin.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment