Projeya Ronakiyê gihîşt zêdetirî milyoneke welatiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Projeya Ronakiyê gihîşt çend deverên cuda cuda yên parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê. Bi vî awayî jî hejmara kesên feydeyî jê werdigirin gihîşt zêdetirî milyonekê.
Projeya Ronakiyê parve kiriye, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizavên xwe ji bo dabînkirina elektrîka 24 seetî bi rêya projeya Ronakiyê didomîne. Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê elektrîka niştîmanî ya 24 seetî ji bo hejmareke deverên cuda cuda yên navendên hersê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê peyda dike, bi awayekî ku di vê pêngavê de hejmara welatiyên ku ji projeya elektrîkê ya 24 seetî feydeyî werdigirin digihîje zêdetirî milyoneke pişkdaran.”
Projeya Ronakiyê di daxuyaniyekê de amaje daye ku, projeya gihandina elektrîka 24 seetî ji bo wan deverên Kurdistanê piştî wê yekê tê ku, di çend mehên borî de hejmareke deverên din ên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê feyde jê wergirt û elektrîka 24 seetî jê re hat dabînkirin.
Eşekre jî kiriye ku, projeya Ronakiyê berdewam berfireh dibe û heta niha ji zêdetirî milyoneke welatiyan re li seranserî Herêma Kurdistanê elektrîka 24 seetî hatiye dabînkirin û nêzîkî 1300 jeneratorên taybet hatine rawestandin, ku li beranberî 225 hezar timbêlan e ji aliyê berdana gaza jehrîn ve, herwesa heta niha elektrîka 24 seetî ji bo nêzîkî 60 hezar cihên bazirganî jî hatiye dabînkirin.
Ji bo bidestxistina zêdetir haydariyan li ser vê projeyê, welatî dikarin ji bo her pirsyarekê li ser hejmara 1992ê peywendiyê bi navenda xizmetan a projeya Ronakiyê bikin. Eşkere jî kiriye ku, ew navend ji seet 9:00 ê sibehê heta 9:00 ê êvarê vekirî ye.