Akrê: Qişleya dîrokî nûjen bû, lê derî girtî mane
Akrê (K24) – Devera Akrê, ku xwedî 708 şûnwarên dîrokî yên tomarkirî ye, ji ber ne sûdwergirtina ji van cih û bermahiyan, bi taybetî Qişleya Akrê ya navdar, cihê nîgeraniya welatî û rewşenbîran e. Qişleya ku du sal berê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi awayekî rêkûpêk û li gorî şêwaza wê ya dîrokî hatibû nûjenkirin, hê jî deriyên wê girtî ne û ti çalakiyek tê de nayê kirin.
Qişleya Akrê avahiyeke dîrokî ye ku dikeve navenda qezayê, li nêzîkî herdu taxên dîrokî yên Cihûstan û Gureva. Ev avahî di sala 1853an de li ser rûberê 1412 metrekare hatiye çêkirin û ji du qatan û 22 odeyan pêk tê. Tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî pisporane ew nûjen kiriye, girtina deriyên wê û ne karanîna wê ji bo armanceke geştyarî yan çandî, bûye cihê rexneyan.
Gelek geştyar serdana Akrê dikin û dixwazin cihên wê yên dîrokî bibînin. Geştyar Îdrîs Hiso, ku bi hevalên xwe re ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê serdana Akrê kiribû, diyar kir ku wan xwestiye li Qişleyê wêneyan bigirin, lê ji ber nebûna xizmetguzariyan û girtîbûna deriyan, ew dilgiran bûne.
Îdrîs Hiso got: "Akrê wek paytexta Newrozê ye, û Newroz jî nasnameya Kurdistanê û Kurdan e. Divê zêdetir girîngî pê bê dayîn. Ji ber ku îro Akrê li seranserê cîhanê, bi taybetî ji ber Newrozê, tê naskirin. Herwiha divê girîngî bi avahiyên wê yên dîrokî yên wekî vê Qişleyê bê dayîn ku li cihekî gelek xweş e."
Nivîskar Kamîran Qasim jî rexne li bêxwedîhiştina Qişleyê girt û got: "Ez dibêjim ku aliyên pêwendîdar, wek Rêveberiya Giştî ya Şûnwaran, Rêveberiya Şûnwarên Akrê û Qaymeqamî, divê xwedî li vê mijarê derkevin. Ev avahî gelek girîng e û mesrefeke baş lê hatiye kirin. Divê kar û çalakî tê de bên kirin. Herwiha, nêrîna xelkê, rewşenbîran û kesayetiyan li ser bê wergirtin da ku em bizanibin çawa dikarin vê avahiyê bikin cihekî ku xelk û geştyar qesta wê bikin."
Li ser sedema girtîbûna Qişleyê, Rêveberê Şûnwarên Akrê Hîwa Şemal wiha axivî: "Me wek Rêveberiya Şûnwar û Keleporên Akrê plan daniye ku du muze, galeriyek û pirtûkxaneyek li Akrê bên vekirin. Lê ev avahî (Qişle) pêdivî bi budceyek din heye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re terxan bike, da ku em bikaribin bi temamî wê amade bikin û bikin avahiyek geştyarî ji bo kişandina bala geştyaran."
Her çiqas ev avahî li gorî nasnameya xwe ya dîrokî û bi awayekî gelek rêkûpêk hatiye nûjenkirin jî, tişta ku li cem xelk û rewşenbîrên Akrê bûye cihê nîgeraniyê ew e ku ew dibînin piştî nûjenkirinê jî deriyên van odeyan girtî ne. Ew di wê baweriyê de ne ku eger ev derî li pêşiya geştyaran bên vekirin, dê liv û tevgereke bazirganî û çandî jî li derdora Qişleyê û li tevahiya Akrê geş bibe.