Li Çewligê erdhejek bi hêza 4.4 çê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) ragihand, îro li navçeya Gêxî ya ser bi parêzgeha Çewligê erdhejek çêbûye.

Li gorî daxuyaniya AFADê, erdhej demjimêr di 12:26an de bi hêza 4.4 pileyan li gorî pîvana Rîxterê pêk hatiye. Hat diyarkirin ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre di bin erdê de bûye.

Hat zanîn ku ji ber nêzîkbûna erdhejê ya bi rûyê erdê re, hejîn li navenda bajarê Çewligê û navçeyên derdorê jî hatiye hîskirin û ev yek di nav welatiyan de bûye sedema metirsî û fikaran.

Heta niha derbarê ziyanên canî û madî yên ji ber erdhejê ti agahiyek nehatiye parvekirin.

 
Fly Erbil Advertisment