Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê ji Wezareta Navxwe dixwaze ku şîrketên Forex daxe

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku Birêveberiya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê parve kiribû ku şîrketên Forex û diravên elektronîkî li Herêma Kurdistanê û Iraqê destûrdayî nînin, Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê ragihand ku, lijneyekê ji bo daxistina tevaya wan şîrketên ku serederiya elektronîkî (Forex) û pereyên dîjîtalî dikin pê bînin.
Encûmena Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 1ê Hezîrana 2025ê) Wezareta Navxweyî raspard ku, ji bo berjewendiya giştî û parastina mal û milkên welatiyan, bi aliyên peywendîdar re lijneyekê pêk bînin da ku tevaya şîrketên ku serederiya elektronîkî (Forex) û diravên dîjîtal dikin daxe.
Birêveberiya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê li roja Sêşemê (8ê Nîsana 2025ê) parve kiribû ku, şîrketên Forex û diravên elektronîkî li Herêma Kurdistanê û Iraqê destûrdayî nînin û destûra wan a fermî tune ye.
Birêveberiya navbirî herwesa gotibû, “Li gorî biryar û rênimayên Banka Navendî ya Iraqê û Wezaretên Darayî û Aborî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê, ew kompanî destûrdayî nînin û ti qanûn û rênimayek ji bo rêkxistina çalakiyên wesa tune ne.”
Her wê çavkaniya amaje jî dabû ku, ew şîrketên ku bi navên cuda cuda karê Forexê û vekirina korsên fêrbûna çawaniya serederîkirin û kirîna pereyên elektronîkî û metalan dikin neqanûnî ne û destûrdayî nînin.