Hewler ji bo canê hunermend Qerenî Cemîl mûman vê dixe

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo rêzgirtina li canê hunermend Cemîl Qerenî, heval, hunermend û rewşenbîrên Hewlêrê îşev li beranberî Kela Hewlêrê moman vê dixin.
Hunermendê şêwekar Heme Haşim li ser rûpela xwe ya Facebookê heval, hunermend û rewşenbîrên Hewlêrê vexwendin ku îro (Sêşem, 3ê Hezîrana 2025ê) seet 7ê êvarê, li beranberî Kela Hewlêrê û li kêleka Çayxaneya Meçkoyê bicivin, da ku wexerkirina hunermend Qerenî Cemîl bibîr bînin.
Heme Haşim herwesa nivîsiye, "Di wê merasîmê de, em dê bi vêxistina moman û danîna gulên viyan û dilsoziyê li ber wêneyê hunermendê wexerkirî, canê Qerenî Cemîl şa bikin."
Heme Haşim di peyama xwe de amaje jî daye, “Tevlîbûna di vê merasîmê de ne tenê ji bo dost, heval, hunermend û rewşenbîran e, lê her welatiyek dikare tevlî wê bibe.”
Hunermendê şêwekar Qerenî Cemîl serê sibeha îro (Sêşem, 3ê Hezîrana 2025ê) li bajarê Hewlêrê bi nexweşiya kanserê wexera dawiyê kir.
Qerenî Cemîl li sala 1954ê li bajarê Hewlêrê hatiye ser dinyayê. Ew weke rewşenbîrekî mezin, hunermendekî jêhatî û kesatiyekî hezkirî û rêzdar dihat naskirin. Tabloyên Qerenî Cemîl bi giştî rengvedana dîrok, çand û xwezaya Kurdistanê bûn.
Hunermendê wexerkirî li sala 1977ê bawernameya dîplomê ji Peymangeha Hunerên Ciwan a Bexdayê wergirtibû. Herwesa li sala 1984ê kurseke salane ya lîtografiyê li Barselonaya Spanyayê temam kiribû.
Wî pêşangeha xwe ya yekê ya taybet li sala 1977ê li hola Dibistana Eyûbiyê ya Hewlêrê vekir. Piştre, pêşangehên wî yên taybet li Barcelona (1985), Almunecar (1988) û Valensiya (1991) yên Spanyayê hatin vekirin.
Di navbera salên 1972 û 2005an de, Qerenî Cemîl tevlî zêdetirî 30 pêşangehên hevpar û taybet li Bexda, Hewlêr, Îtalya, Barcelona, Almunecar, Valensia, Bruksel, Copenhagen, Holenda, Polonya û çendîn bajarên din ên cîhanê bûbû.