Arîn Sertîp: Nêzîkî çar hezar nexweşên Talasîmyayê li Herêma Kurdistanê hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Nêzîkî çar hezar nexweşên Talasîmyayê li Herêma Kurdistanê hene û bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî belaş tên testkirin û çareserkirin.

Birêveberê Navenda Talasîmyayê ya Hewlêrê Arîn Sertîp îro (Sêşem, 3ê Hezîrana 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “Li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji niha û pê de li hemî nexweşxaneyên hikûmetê yên Herêma Kurdistanê test ji bo nexweşên Talasîmyayê belaş tên kirin.”

Arîn Sertîp herwesa got, "Bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 100 nexweşên Talasîmyayê ji bo çandina mêjiyê hestî ji bo derveyê welatî tên şandin, ku 35 ji wan li Hewlêrê ne û xerciya çandina mêjî ji bo her yek ji wan 40 hezar dolar e.”

Navbirî amaje jî da, “Eger ew mejî li beranberî mêjiyê berê yê nexweşê Talasîmyayê nebe, xerciya çandinê dê 100 hezar dolar be.” Herwesa got, "Her rojê bi tevahî 50 nexweş ji bo wergirtina xwîn û dermanan serdana navenda me dikin."

Birêveberê Navenda Talasîmyayê ya Hewlêrê ron jî kir, “Li Hewlêrê hezar û 100 nexweşên Talasîmyayê hene, herwesa 950 nexweş berdewam ji bo wergirtina çareseriyê serdana me dikin.”

Li gorî amarên Komeleya Talasîmyayê, di dema pênc mehên pêşîn ên îsal de, 13 nexweşên nû yên Talasîmyayê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin. Her li gorî wan amaran, li Herêma Kurdistanê zêdetirî sê hezar û 500 nexweşên Talasemyayê hene.

 
 
Fly Erbil Advertisment