Derbarê Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel de lêpirsîna yasayî hat destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê, bi tohmeta "gefa li dijî desthilata dadwerî" û "sivikayetîkirina li Serdozgerê Komarê yê Stenbolê", serdozgeriyên komarê yên Enqere û Stenbolê derbarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel de lêpirsîn dan destpêkirin. Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê jî bertek nîşan da û got: "Gefên Ozgur Ozel nayên qebûlkirin."
Ozgur Ozel duh 4ê Hezîranê di komcivîneke alîgirên CHPê de li Stenbolê gotarek pêşkêş kiribû û tê de, bi tundî êrîşî Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Guler kiribû.
Daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHPê rastî bertekan hatin. Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunc ragihand, gotinên Ozgur Ozel metirsî û êrîşeke eşkere ye li ser desthilata dadwerî. Tunc herwiha got: "Ev gotinên Ozel bi ti awayî nayên qebûlkirin."
Di heman demê de, Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partiyê) ya desthilatdar Omer Çelîk ragihand, gotinên Serokê Giştî yê CHPê, ji çarçoveya siyaseta rewa derketine.
Destpêkirina van lêpirsînan li dijî serokê partiya sereke ya opozîsyonê li Tirkiyeyê, weke pêşhateke girîng di rojeva siyasî ya welat de tê dîtin.